Li Gor Wadie Jwaideh Nakokiyên di Navbera Eşîrên Mehabadê de
- Devran Özmüş

- 28 May
- 2 dakikada okunur
Li Gor Wadie Jwaideh Nakokiyên di Navbera Eşîrên Mehabadê de

Li gor Jwaideh, yek ji pirsgirêkên navxweyî yên herî girîng ên ku Komara Mehabadê pê re rû bi rû ma, nekarîna avakirina helwesteka siyasî ya hevpar di navbera eşîrên herêmê de bû. Nivîskar îdîa dike ku hin eşîrên mezin ên di nav sînorên Mehabadê de bi eşkereyî li dijî rejîma Kurd derketine. Helwestên neçak an dijminane yên eşîrên Mameş, mengor û Dêhbukrî li hember rêveberiya Mehabadê faktorên girîng bûn ku bingeha civakî ya Komarê qels kirin. Jwaideh destnîşan dike ku Yekîtiya Sovyetê hewl da ku bi serokên eşîrên herêmê re li ser navê tevgera neteweperwer a Kurd hevkarîyê bike. Lêbelê, gumanbarîya hin serokên eşîran li hember piştgirîya Sovyetê û rêveberîya Mehabadê bû sedema têkçûna van mihaweleyan.
Bi taybetî redkirina pêşniyara Sovyetê ji hêla Axayê Qerenî, serokê eşîra Mameş, nîşan dide ku derdorên eşîrên kevnwerî bi temamî bawerîya xwe bi rêveberîya Mehabadê nedianîn.Nivîskar her wiha dibêje ku eşîra mengor helwesteke tund li dijî rejîma Mehabadê nîşan daye, ku di navbera rayedarên Sovyetê û serokên eşîran de bûye sedema aloziyê. li gor Jwaideh, gefên Sovyetê yên şandina malbata Barzaniyan li dijî van eşîran atmosfera siyasî ya herêmê hîn dijwartir kiriye.
Di encama van pêşketinan de, hin serokên eşîran neçar man ku herêmê biterikînin, û vê yekê dijminatî û bêbaweriya di navbera derdorên siyasî yên Kurd de hîn zêde kiriye. Herwiha, Emîr Esed, serokê eşîra Dêhbukrî, dûrî rêveberîyê sekinîye anku pêywendîyên hevkarîyê bi pêş nexistîye û ev nîşan dide ku Komar nekarîye yekîtîyek siyasî ya xurt li ser asta herêmî ava bike. li gor Jwaideh, nexwestina hin serokên eşîran ji bo hevkariya bi hikûmeta navendî re, piştgiriya civakî û siyasî ya ji bo Komara Mehabadê bi girîngî sînordar kiriye. Bi vî awayî, Komar ji destpêka xwe ve bi pirsgirêkên cidî yên wekî parçebûna siyasî ya navxweyî û reqabeta eşîrî re rû bi rû maye.


Yorumlar