Erebê Şemo û Yêgîşê Çarênts
- Devran Özmüş

- 28 May
- 2 dakikada okunur
Werger: Devran Özmüş
BÎRANÎNA MIN DERHEQA YÊGÎŞÊ ÇARÊNTS DA
Demeke Sêntyabrê ye roja bazarê ez ber bi meydanê diçûm. Hinda bêẍ, cîyê ku
heykelê Şahûmyan lê ye, yekî gazî min kir:
- Şamîlov, were vira!
Ez vegeriyam, min kesek nedît û disa ez riya xwe da çûm. Nişkê va dîsa dengek
hat.
- Ereb, were vira, ku da wa lez diçî?
Min dora xwe çarnikal nihêrî, dîna xwe da bêẍ, lê nihêrî Yêgîşê Çarênts tenê bêẍ
da rûniştiye. Ez çûme cem wî, me silav da hev û rûniştim.
Paşê Çarênts dest bi
gilîya kir.
- Hevalê Şamîlov, tu ji kî derê yî, ku ha zimanê ûrisî pak zanî?

Min gotê, wekî ez ji welatê Qersê me. Bavê min 45 sala nava ûrisa da şivan û
gavan bû, li wê derê hînî ziman û xeberdana ûrisî bûme.
Ew kenîya û bi eşq got:
- Pey, ne tu wetenwarê min î, ez jî ji Qersême. Ewî paşê ji min pirsî:
- Şamîlov, tu çima derheqa kurdan da kitêbekê nanivîsî? Eger te binivîsîya wê
ze’f rind bûya.
Min fikra xwe da got “hevalê Çarênts tirana dike”. Min caba wî da, got:
- Hevalê Çarênts, tu bi min dikenî, tirana dikî. Ez çawa kitêbekê binivîsim, ne
min qet kitêb nenivîsîye.
- Çima tu usa dibêjî Ereb? Min gazêta “Zarya Bostoka”da bi zimanê ûrisî, gazêta
“Sovêtakan Hayastan”êda bi zimanê ermenî miqalê te xwendîye, baş in...
Paşê ez û Çarênts çûne qawexanê, me qawe xast û dest bi xeberdanê kir.
Em ku ji qawexanê derketin îdî ro çûbû ava. Ez û Çarênts usa ketibûne xeberdanê,
me qet nizanibû, wext çawa çû. Min gote Çarênts wekî wextê min e, ezê herme
mal. Çarênts destê xwe kire destê min û got:
- Ereb, tu gerekê erhede kitêbekê bi zimanê kurdî binivîsî... Hema ji ‘emrê xwe
binivîse. Paşê ew hinek dişûrmîş bû û got:
- Şamîlov, tu gerekê berî nivîsarê filan-filan (navê kitêba da rêzê) kitêba bixûnî.
Min xatirê xwe ji Çarênts xast û ez çûm.
Carekê jî Çarênts rastî min hat, pirsî:- Ereb, te qe çawa kir? Te dest bi nivîsarê kiriye? Dinivîsî?
Min gotê, wekî ew kitêbêd ewî min ra gotîye min tev xwendîye, lê hela dest bi
nivîsarê nekiriye, çimkî we’de tune.

Salek derbaz bû, ez dîsa rastî Çarênts hatim. Ewî nola hercar ji min pirsî:
- De bêje, Ereb, te nivîsara xwe kuta kir? Min cab da, got:
- Hevalê Çarênts, min qet nenivîsîye, çimkî wextê min tune. Pey gotina min ra
hêrsa wî rabû, çe’v-buru lê çûn-hatin û got:
- Tu merîkî selaxane yî. Çima wextê te tune, çi dikî? Ez gelek cara te li têatra
dibînim.
Îcar min soz dayê, wekî ‘eseyî binivîsim. Min usa jî kir. Sala 1931 ronkayî dît
kitêba min e ewlin bi zimanê ûrisî “Kurdskîy Pastûx” (Şivanê kurda). Bona wê
kitêbê Çarênts ji min ze’ftir şa bû û wextê ewî kitêb xwend got:
Ereb, te ze’f rind, kûr derheqa ‘edet, rabûn û rûniştina kurda da nivîsîye, lê te
hindik nivîsîye, tu gerekê careke din jî binivîsî, vê kitêbê diha rind bikî. Ev
rasthatina min û Çarênts ya paşin bû. Paşwextîyê min çi dinivîsî hertim Çarênts
dihate bîra min, xemxuriya wî ye mezin bona lîtêratûra kurda.
Ereb Şemo, Çarênts, Rya Teze, 29/9 1957.
Erebê Şemo û Yêgîşê Çarênts




Yorumlar