top of page

TEQÎNA BÎREWER

TEQÎNA BÎREWER

Yazar: Veysel Özçoban

“Ez baş pê dizanim em mirov li ber mezinatî û pihêtiya gerdûnê tiştên pir biçûk in. Belê di gel ku ev biçûkatiya me ya bêhisab tirs û xofê dixe di nav dilê me,xwebaweriyekê jî dide me. Lewra ew bîwar û rehendên gerdûnê yên bê ser û bin in, ji tixûbên bîr û agahên me mirovan hêj wêdatir û kûrttir û qaîmtir in. Aya di nav vê gerdûna tenha de tiştekê ku em mirov xwe biavêjin ber bextê wê tuneye da dawî bi tirs û pirsên me bîne? Belê! Di nav saw û sepetiya vê semtexaliyê de heqîqetekê ya em bikaribin xwe bi wê ve bigirin heye. Navê wê heqîqetê ‘hezkirin’ e. Rê û rêbaza gihîştina hêminî û aramiyê ye. Xeyn ji wê tu tiştekê ku me aşt bike tuneye. Jê wêdetir hîçahî ye, hîçahiyeka xwetêr e, tevkutayî ye. Wekî kendalekê bal û pal e. Û sed heyf û mixabin em mirov li ser wî kendalî rawestîyane û li wê valatiya erjeng a gerdûnê dinêrin. Ew valatî awiran dide me û em ji ber tenêtiya xwe ya di nava wê nepeniyê ditirsin...”


    

uzay

Her kesê ku wekî Julian Greenî bi carekê be jî temaşeya asîmanan kiriye, pirsa ‘gelo ev qas stêrk û kewkeb ên di asîmana pihêt û piltan çi ne, ji bo çi, ji ber çi û ber bi ku ve ne?’ kiriye. Nexasim zozanên ku ji ronahî û xirecira bajaran dûr in ji bo hizirbirina li ser van dabaşan deverên gelekî çak û çeleng in. Lewma çîrokên gundiyan a di der barê sirûştê de pir bi nav û deng in. Wê asîmana bi birq û ronaq û carinan çîksayî mîtên dûv û dirêj bi mirovan dane avakirin. Mirov jî pê duristkirina wêjeyê wateyên dramatîk di wan stêrkan de geriyane. Julîan Greenî jî wekî gelekî mirovan, pê şêwazekê wêjeyî û ji dil ew pirsên ku di bîra mirovî de bûne tatel wisa anîne zimanî.


       Bi rastî jî ramîna li ser maneya hebûna gerdûnê û mebestê hebûnê di rojeva mirovê ramanwer û hizirbir de her dem cihekê sereke girtiye. Lewra ramîn û agahîxwaziya mirovî ( daxwaza wî/wê ya zanînê) xisletekê zikmakî yê mirovî ye. Mirov ji ber afirîşa xwe ji tişta ku pê nizanibe ditirse. Elî Herîriyî ev tirs û tatel di risteya malikeka xwe de aniye zimanî û gotiye “ eql û hişêm bûne esîr dinya ku geh geh tête bîr”. Ji lew berê mirovî her li zanînê, têgihiştinê bûye. Serpêhatîya mirovayetiyê ya li ser rûyê erdî li gor vî xisletî teşe girêdaye. Em her tim li pirsên xwe rabûne û me ji bo bersivên têrker û beraqil, rêbazine afirandine. Navê hevpar ê wan rêbazan zanist e. Mîtolojî, ol, felsefe û her wekî bîr û bîrdoz azîneyên fêmkirina wateya hebûnê ne.


        Rast e, ev azîneyên hanê ji bo fêmkirina wateya hebûnê hatine duristkirin. Wekî mîtên seretayî, ol û felsefeyê, zanista hewnger a roja me jî yek ji wan rêbazên fêmkirina armancê hebûnê ye. Her azîneyek li gor xasmatiyên zemanê xwe der çûye û kemiliye, guherîye û berbelav bûye. Esasen ew nirx û berhemên civakî yên ku hemû jî azîneyên têgihiştina wateyekê ne bi kedeka hevpar a sal û misalan afirîne. Ango me mirovan ji destpêkê heta niha bi hev re ev berhem li hev anîne. Ji ber wê çendê kedkarên ewil ên ku xîmê wan nirxan daniye, mirovên serdemê hoveberiyê ne. Angoya vê yekê ev e: ew ilm û zanista ku îro em li ser rûniştîne mîrateya hezaran sal û zemanan e. Bîrkarî û stêrnasî, dîroknasî û civaknasî hemû jî qadên zanistî yên serdemê hoveberiyê ne û her yek nirxekê mirovayetiyê ye. Lewma zanista roja me hevta û himbihayê azîneya mîtolojîk û seretayî ye. Li gel her nifşekê ew jî diperise.


       Ji lew ev nirxên hanê wekî rihberekê û zindewerekê sirûştê diperisin û dikemilin. Çawa ku berê peresana zindewaran bi kemilîn, guherîn û veguhêzînê ve ye berê afiranên mirovî jî tûşî heman çarenûsê ye. Wekî peresana ajal û nebat û mirovî, peresaneka ram û ramanê mirovî jî heye. Û vê peresanê di her qonaxekê dîrokê de tevî cewherê xwe yê resen û pê nirxên xwe yên demane xwe veguhestiye serdemekê nûtir. Lewma zanista roja me ya evro, berhemê veguhêzîna bi hezaran salan e. Lewra çawa ku têkiliya navxweyî ya sirûştê li ser xîmê hevxwedankirinê ye(symbyotich) têkiliya civakê ya navxweyî jî li ser heman xîmî ye. Ji ber vê çendê nirxên civakî û berhemên civakî beranberî pêdiviyên jiyanê û temamkerê nirxên navcivakî ne. Ango mirovan di warê lêgerîna heqîqetê de têkiliyeka hevxwedîker xunaftiye. Pêwendî vê rastiyê, kana zanistê û xîmê zanînê di destpêka civakîbûnê de civiriye. Her ku dem boriye berhemên nû li hebanê nirxên mirovî zêde bûne û xwe gihandiye roja îro, bûye zanista nûjen.


Zanist rêbaza fêmkirina hebûnê ye. Hingî mirov bûye ramanwer û dest bi fikirînê kiriye, ji bo xatirê bigihîje wateya hebûna xwe û wateya hebûna sirûştê rêbazine pêş xistine. Zanist komasiya wan rêbazan e. Zanista roja me jî wekî hemî carên berê yên qonaxên civakî, li gor şert û mercên roja îro çarçoveyekê hewnger danaye û pêbestî wî çarçoveyî û rêgezên wî li wate û jêderka hebûnê geriyaye. Her çendîn Joseph Campbellî (zanayekê mîtolojiyê) di pirtûkên xwe yên danasîna mîtolojiyê de zanista roja me wekî mîtolojiya nûjen pênase kiriye jî, siyaneta têgînên zanistî ( Big Bang û Peresan ) ziyatir tê girtin. Bivê nevê her rêbazeka zanistî di demê xwe de pejirbar bûye. Ji beriya pênc hezar salan di şûna laboratuaran zîgorat hebûne û fermanên ku hingê ji devê keşeyên zîgoratan derketine wekî encam û daneyên zanistî yên ku îro ji laboratuaran derdikevin hatine pesendkirin. Bila doktor û zanyarên zanko û saziyên zanistî dilê xwe nehêlin, ha zîgoratên sûmêriyan ên li kurdistana qedîm, ha laboratuarên swêdî û almanî yên li ewropaya nûdem.


Çawa ku di serdemê mîtolojîk de çîrokên nîgaşî li pêş bûne îro jî tixûbên hewnî li pêş in û wan agahiyên li gor wan tixûban têne bidestxistin pejirbar in. Wekî ku di her qonaxekê de mirovan di der barê çêbûna gerdûnê û destpêbûna jiyanê de bîr û bawerine afirandine, îro jî bi rêya wê zanistê bîr û bîneka hewnger afirandiye. Li gor wê bîr bînê çêbûna gerdûnê û destpêbûna jiyana di wê, wekî rêwitiya agirî ya ber bi ava zelal û mirovê ramanwer ve ye. Hilbet Federal Reserve û Dadgehê Mafên Mirovan ê Ewropayê jî di nav vê rêbariyê de ne ku me ew çêkirine û dane pêş. Ji ber vê yekê ew rêbarî wekî çîrokeka balkêş û hêja ye ku mirov pê têr nabe: BIG BANG teqîna ji kerba lixwegerînê


“Aya gengaz e, mirovekî piştî çav li sirûştê gerand, di wan hemû heyberan de û di sirûştê bi xwe de xeyn ji şopa xwedayî tişteka dîtir bibîne?”. Françoîs Fenelonî yê nivîskar û endamê Accademia Françaîsê welê gotiye (Di der barê peyt û palpiştên hebûna xwedayî, pexşana 1713 an). Ehmedê Xaniyî jî yek ji wan zanayan e wekî Fenelonî ramiyaye û ji beriya Fenelonî wî jî gelekî tişt gotine. 

Berê xwe bidin;

“Ebed dê hebitin ezel her heye

Di dunya û uqba Xwedayê me ye

Ewî afirandin em û cumle xelq

Nihin xeyrê wî qet çu xaliq bi heq”

Belê gelekî kesan pê çavên xwe yên hewnger ew peyt û palpiştên ku Xanî û Fenelonî bo peyitandina hebûna xwedayî derpêş kirine, wek peyt û palpiştên nebûna xwedayî dîtine. Bo nimûne carekê ji caran Napolyonî ji Laplanceî pirsiye “Tu di pirtûkên xwe de çima qala hebûna xwedê û afirîneriya wî nakî?” Laplenceî daye ber û gotiye “Ez pêwistî bi xiyaleka wî rengî nabînim ezbenî”


Wekî tê dîtin, di gel hizra bawerîlêanîna afirîneriya xwedayî, hizreka xwedanenas jî derketiye holê û di zatê gelekî mirovan de û di berhemên edebê de pevçûna van her du şêweyên bawermendiyê xwe daye der. Hunrawa Melayê Cizîrî ya li gel Feqiyê Teyran (1621) yekta nimûneyek e ser vê çendê. Ango wateya hebûnê û jiyanê şahdabaşê rojeva mirovî, civakan û berhemên di wan bûye. Çawa ku di mêjûya me mirovan de lêgerîneka pirbiha li ser vê yekê hebûye, îro jî me bi rêya zanista nûjen têgînek û baweriyek li ser çêbûna gerdûnê û destpêka jiyana di dinê pêş xistiye. Li gor wê têgînê gerdûn piştî teqîneka mezin çêbûye û stêrk û gerestêrk û hemû tiştên li ser wan û li nav wan pê têkelîna hêmanên seretayî çêbûne û stewiyane û kirasên xwe yên evroke wergirtine. Li gorî kurtedîrokçeya wê têgînê û baweriyê;

            Georges Lemaîtreyî (fizîknasê belcîûmî) û Alexander Frîedmanî (stêrnas û bîrkarzanê rûsî) di sala 1927an xîmên vê têgînê danane. Bîst û yek sal di pey wan re George Gamowî (fizîknasê ukrêynî, di sala 1948an) li têgîna wan kolaye û welê peyitandiye ku serê pêşîn teqîneka erjeng a zorgewre qewimiye. Heta ew teqîne hind dijwar bûye ku di sala 1964an Arno Penzias û Robert Wilsonî li laboratûarên Bellê ya di New Jerseya DYAyê dengê wê bihîstiye; dengê teqînê yê li gerdûnê berbelav bûye şibhî xişîneka zelûl gihîştiye peykên laboratûarê. Çendîn balkêş e, dengê teqînê ya 13,8 milyar sal berê çêbûye were guhên te, bêyî ku tu guhên xwe bel bikî, li laboratûara Bellê.

             Belê,nêzîkî 14 milyar sal berê hêmaneka kosmîk a ku ji %80 hîdrojenê û ji %20 hêlyomê pêk hatibûye, pê pelên kûantomîk ji rewşa xwe ya bêliv a mend derbasî rewşeka livdar bûye û bi zêdebûna pileyê germahiyê bûye sedemê teqîneka mezin. Dengê wê teqînê hîn jî wekî henaseyekê li gerdûnê berbelav e (ew dengê hatiye guhê Penzias û Wilsonî). Piştî wê teqînê rewşeka kaotîk çêbûye û wîzeyeka tîr a arî derketiye holê. Ango ew hêman vejeniyaye û bi milyaran sal ew rewşa kaotîk berdewam bûye û her ku gerdûn fireh bûye pileyê germahiyê kêm bûye û ev yek bûye sedem bo ew hêmana vejenayî li gelek deverên gerdûnê kom bibe û nêzîkî 10 milyar sal berê ew hêmane li vê derê jî yê ku îro em jê re dibêjin Rêya Kadizê (Milky Way) bi cih bûye. Erê, nêzîkî 4,5 milyar sal berê ew galaksiya em tê de wekî sêlikeka gramafonê bes ewrekê gazî û dûmanî bûye û wekî bablîsokê pê girtibe, bi milyonan salan li dora xwe zîviriye. Di nav wî sêlika ewrîn û gazîn de li gel hîdrojen û hêlyomê hinekî karbon, azote(nîtrojen) oksîjen û çend elementên dîtir jî hebûne. Piştî pileyê germahiyê bûye -250 c° pê kartêkeriya rûdaweka derveyîn ew ewrê gazî ji hindirî ve tepisiye. Di gel ku hindekê zanayan gotiye ew rûdawa ku bûye sedemê tepisîna wî ewrî, leqîna stêrkeka mezin e, hinan jî gotiye teqîneka dîtir ew ewr ji mal de tepisandiye. Piştî ewr ji mal de hilweşiyaye, ji hev belav bûye û komikên nû yên biçûktir jê çêbûne. Her ku fişara li navendê bilind bûye ji wan komikên ewran stêrkên mezin der hatine. Roja me yek ji wan stêrkan e û serboriya wê çîroka stewîna wan ewran e.


           Ew ewrên nû yên ji ber belavbûyina gaz û dûmanê mezin çêbûne bi milyonan salan li dora xwe zîvirîne û her ku sal derbas bûne hêza kêşanê ya baristê wan ziyatir bûye û çendîn hêman û beşenên dîtir li dora wan hebûne kêşane nav xwe û naverokên xwe bi wan daringên nû tijî kirine. Va ye roja ku cihana me ronî dike û jîn dide jiyana li ser û binê erdî, yek ji wan ewrokên gazê bûye û wê jî di nav 50 milyon salan de stewîna xwe sergihayî kiriye:

serpêhatiya roja pîroz nêzîkî 4 milyar sal berê dema roja me hêj virnî bûye, atomên hîdrojenê tê de zêde bûne. Belê her ku wext û deman ketiye navê pest û fişareka giran bûye sedem bo ew parçikên atomî ji hev veqetin; elektron ji protonan veqetiyane û di navenda rojê de bi milyonan salan geriyane belê her ku tê de rastî hev hatine hevûdin daf daye. Lê belê piştî pileyê germahiyê gihiştiye 15.000.000 c° î êdî protonan neşiyaye hev daf bidin û pev kelijîne. Bi araviya wê pevkelijînê hêlyom vejeniyaye û wîzeyekê nû derketiye holê. Têkelên kimyewî pê wî wîzeyî ziyatir bûne û hîdrojen şewitiye bûye hêlyomê du-protonî. Ev 4,5 milyar sal in roj, hîdrojena di nav xwe de disojîne dike hêlyom û pê wî wîzeyê ku ji wê sotanê dest dixe dibiriqe, dinyaya me ronî dike û pê tîna zeraqên xwe jiyana derûdora xwe didomîne. Ew gerstêrk û hesare li dora wê şewatê civiyane û her yek para xwe ya germahiya rojê bo xwe radike.


Serpêhatiya wan gerstêrkan jî manendî serboriya rojê ye: serboriya bengiyên rojê: çêbûna gerstêrkan temenê planetan jî hindî temenê rojê ye. Di nava wî ewrê gazê yê destpêkê de parçikên hesinî û lajwerdî, tozên latî û zinarîn û belorên qeşayî hebûne. Ev parçikên hanê di nav wî ewrî de wekî bayê brûskê zîvirîne û her ku zîvirîne xwe bi hev ve girtine û bûne parçeyên girtir. Piştî sed hezar salan ew parçeyên gir kemilîne û bûne rûerd û rûgaz û rûzinar û rûqeşa û ji ber her yekê li dora rojê bo xwe rêgehek danaye ew bûne gerstêrk. Çêbûna dinyayê jî bi vî awayî sergihayî bûye. Ji wan komikên ewran li gel rojê, Zawe, Behram, Dinya, Gelawêj(Hurmiz) û Bercîs û Keywan û her wekî dî peyda bûne û îro li gor rêgehê xwe dizîvirin.


Belê, çêbûna gerdûnê û tiştên di nav de bi qasî agahiyên bi dest keftine bi vî awayî bûye. Kurt û kurdî em puxte bikin:

      • Gerdûn ji beriya 13,8 milyar salan piştî teqîneka gihansûz û tirsehêz çêbûye û hemû tiştên di nav de pê têkelîn û kelijînên kimyewî der çûne. Ew pêvajoya çêbûnê hêj berdewam e û bi araviya vê yekê her diçe gerdûn firehtir lê tê.

         • Di nav gerdûnê de wekî Rêya Kadizê û Andromedayê teqrîben 225 milyar galaksî hene. Belê ku gir û û hûr tev de bihên hejmartin

-10 milyon super kom(supercum)

-25 milyar gropên galaktîk

-225 milyar lib galaksiyên manendî Kadizê û yê Andromedayê

-7 trilyon galaksiyên hûrik û

-30 milyar trîlyon stêrk

hene û her yek ji wan galaksiyan di nav xwe de bi milyaran roj û rojbend hewandine. Nebûlaya Andromedayê ya behsa wê çêbû nêzîktirîn galaksî ye bo Kadizê.

        • Her çendî esehî nahê zanîn jî di nav Kadizê de weke roja me û benda wê nêzîkî 100 milyar roj û rojbend hene. Praxima Centaurî ya ku 4,3 salên roniyê dûrî me ye nêzîktirîn rojbend e bo ya me. Di pey wê re Epsîlon Erîdanî tê û ew jî 10,8 sala roniyê dûrî me ye.

       • Li dora rojê weke Zawe, Gelawêj, ( li xeta sêyem dinya ye û di pey re : ) Behram, Berçîs û Keywan û Ûranûs û Neptûnê nêzîkî 10 gerestêrk hene û dinyaya em li ser bes yek ji wan e. Ji bilî van gerestêrkan ên hûr hene weke Platon , Erîs, Haumea, Makemake û hwd.


       Belê, ev agahî wê tiştê nîşan didin ku em di nav gerdûneke bal û pal de dijîn û hûta me ya têgihiştinê, sehekên me û derfetên di destê me rê nade em bi hemî quncên vê valatiyê şareza bibin. Me heta niha planeteka wekî dinyaya xwe nedîtiye. Bes carekî çûne heyvê û me çend maşîne hinartine Behramê û çend keştiyên me li wan quncên tarî yên fezayê digerin. Digel ku me di nav vê valatiya mezin û bêdawî de xeyn ji dinyaya xwe zêdetir tişt nedîtine, li ber dilê me ew erdê di bin lingên me de delaliya gerdûnê ye. Her çendîn me ev li cem xwe wisa zaniye jî, bi rastî jî rabirdûya dinyayê bi xal û xetên xwe ve şayesteyî pêzanînê ye.

Yorumlar


SORGULA VE KEŞFET

ninfelsefe logo kırmızı
  • Instagram
  • TikTok
  • Youtube
  • X

© 2035 tüm hakları saklıdır.

www.ninfelsefe.com

Sosyal medya hesapları

bottom of page